Li Silopiyayê teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene

.

Li navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, li ser rêya li quntarê Çiyayê Cûdiyê teqîn çêbû û kuştî û birîndar hene.

Li gorî agahiyên li navçeya de Silipoiyayê li ser rêya li quntarê Çiyayê Cûdiyê dema mînîbûseke rewiyan û otomobîlek dema derbas dibe teqîn çêdibe.

Çavkaniyên xwecihî ji Rûdawê re diyar kirin ku teqîn li nêzîkî Gundî Giteyê çêbûye û ew der devereke sînorî ye.

Li ser agahdarkirinê  tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê. 

Tîmên tenduristiyê kesên birîndar piştî midaxileya ewil veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî li ser hesabê xwe Xê derbarê bûyerê daxuyanî da.

Alî Yerlîkaya diyar kir ku îro li herêma Siyahkayayêdema mînîbûsa servîsê ya dezgeha madenê li ser rê derbas dibû teqînek çêbû.

Yerlîkaya da zanîn ku di êrişî de kesekî canê xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.

Yerlîkaya got hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û wiha dewam kir:

"Di teqînê da welatiyekî me mir û 2 jê giran, 8 welatiyên me jî birîndar bûn.

Welatiyên me yên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê tên dermankirin. 

Di encama lêkolînên destpêkê yên ku me bi Wezareta me ya Parastinê re  kirin de hat tesbîtkirin ku êriş ji bakurê Îraqê (Başûrê Kurdistanê) ve hatiye kirin û ji ber dijminatiya derbarê kana komirê ya li herêmê tê xebitandin pêk hatiye.

Li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst hatin girtin û lêkolîna berfireh berdewam dike.”

“Êriş bi roketan bûye”

Li aliyê din, Şaredarê Silopiyayê Nadîr Tosun jî ragihand ku êriş bi roketê bûye û kesekî canê xwe ji dest daye û 6 kes jî birîndar in.

Bi gotina Nadîr Tosun jî rewşa 2 birîndaran jî xedar e.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e