Li Silêmaniyê otomobîlek hat bombebarankirin: 3 kesan canê xwe ji dest da

.

Li nahiyeya Çiwartayê yê navçeya Şarbajêrê ya Silêmaniyê otomobîlek hat bombebarankirin û li gorî agahiyên destpêkê 3 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, dronekê li bajarokê Çiwartayê yê navçeya Şarbajêrê ya Silêmaniyê îro saet derdora 13:30î otomobîlek bombebaran kir.

Tê gotin, drona ku êriş kiriye ya Tirkiyeyê ye.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrişê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

Şahidekî bûyerê ji Rûdawê re ragihand ku êriş li nêzîkî gundê Hermêleyê nahiyeya Zelaniyê ya Silêmaniyê bûye.

Wî şahidî her wiha cenazeyê kesekî dîtiye, bi gotina wî “cil û bergên PKKyê” lê bûn.

Piştî êrişî hêzên ewlehiyê jî çûn cihê bûyerê û cenaze ji wê derê veguhastin.

Têkildarî êrişê heta niha ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Doh jî li nahiyeya Xelekanê ya navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê otomobîlek hatibû bombebarankirin.

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Osman da zanîn ku qurbaniyên êrişa nahiyeya Xelekanê bav û du kur in.

Heta niha nehatiye diyarkirin bê dron a kê ye lê divê were îfadekirin ku Tirkiye demên dawiyê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gelek êrişên bi dronan pêk tîne.

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir