Li Silêmaniyê 21 endamên DAIŞê hatin girtin

.

 Li bajarê Silêmaniyê di operasyoneke hevbeş a Îraq û Herêma Kurdistanê de 21 endamên DAIŞê hatin girtin ku hin serkirdeyên wê grûpê jî di nav de bûn.

Ofîsa Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê diyar kir ku bi hevahengiya di navbera Asayîşa Niştimanî ya Îraqê û Rêveberiya Giştî ya Operasyonan a Asayîşa Herêma Kurdistanê, 21 endamên DAIŞê li parêzgeha Silêmaniyê girtin. 

Ofîsa Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê da zanîn ku bi hewlên istixbaratî û çavdêriya meydanî ku mehekê berdewam bû , wan kariye bi biryara dadgehê û Rêveberiya Giştî ya Operasyonan a Asayîşa Herêma Kurdistanê şaneyeke DAIŞê bigrin.

Ew şane ji 21 kesan pêkhatibû.

Du berpirsên DAIŞê jî di nav wan de bûn ku yek ji wan berpirsê ewlehiyê yê Feluceyê bû û yê din jî Alîkarê Darayî yê Dicleyê bû. 

Piştî ku lêkolîn bi wan re hatiye kirin wan itiraf kiriye ku ew DAIŞ in. 

Biryara girtinê li gorî maddeya 4ê ya yasaya terorê ji bo wan hatibû derxistin.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin