Li Seyîd Sadiq jî kempêna baykotkirina tiştên tirkî dest pê kir

Li bajarokê Seyîd Sadiq yê Başûrê Kurdistanê jî kempênek bo baykotkirina eşyayên tirkî dest pê kir.

Navenda Nûçeyan- Li Başûrê Kurdistanê, şêwaz û şeklên nerazîbûna li dijî êrişên Tirkîyê li ser kurdan bi taybet kurdên Rojavayê Kurdistanê roj bi roj berfirehtir dibin.

Ev demek de xelkê Başûr dest bi baykotkirina eşyayên tirkî kirine û ew kempên roj bi roj mezin dibe.

Duhî li bajarê Kelarê kempêna baykotkirina eşyayên tirkî dest pê kir, îro jî li bajarokê Seyîd Sadiq yê Silêmanîyê kempênek bo baykotkirina tişt û eşyayên tirkî dest pê kir.

Kempêna han ji alîyê grûba bi navê “Şem” hatîye destpêkirin. Endamên wê kempênê dibêjin, bi belavkirina belavokan ew xelkê bajêr teşwîq dikin ku êdî tiştên tirkî nekirin û bikar neînin, ji ber ku kirîna tiştên tirkî dibe sebeba wê yekê ku topek zêde li ser kurdan were barandin.

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist