Li Serê Kanîyê teqîn.. 16 kes mirin

Teqînek li gundewarên Serê Kanîyê rû da û hejmareke mezin ji kesan hatin kuştin û birîndarkirin.

Navenda Nûçeyan- Teqînek li gundewarên Serê Kanîyê rû da û hejmareke mezin ji kesan hatin kuştin û birîndarkirin.

Ligor zanyarîyan, teqînek bi rîya otombêleke bombekirî li destpêka rîya navçeya Til Helef - Mebruka li gundewarên Serê Kanîyê rû da.

Di encama wê teqînê de, hejmarek kes hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn. Brîndar bo nava Tirkîyê hatin veguhestin, û zîyaneke madî ya mezin gihaye deverê.

Ajansên Tirkîyê jî ragehandine, ji ber teqînê 16 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist