Li Serê Kanîyê talana grubên çekdar ên ser bi Tirkîyê dewam e

Grubên çekdar ên bi artêşa Tirkîyê re êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin, mal û milkên welatîyan li bajarê Serê Kanîyê talan dikin.

Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, grubên çekdar li bajarê Serê Kanîyê bi talan kirina mal û milkên xelkê berdewam in û gruba Ehrar El Şerqîyê, Cebhet El Şamîyê û Sultan Murad mal û milkên xelkê bajêr ên ji ber êrîşê koçber bûne talan dikin û kelûpelên di nava malan de didizin.

Rewangehê dîyar kir jî, ji dema derbasbûna artêşa Tirkîyê û grubên çekdar ji bajarê Serê Kanîyê re, mîna rewşa bajarê Efrînê lê hatîye û grubên çekdar rojane binpê kirinan di derheqê welatîyan de dikin û malbatên xelkê bîyanî di malên xelkê bajêr de bicih dikin.

Ji alîyê xwe ve, Serdozgerîya Komarî ya Tirkîyê berî çend rojan dîyar kiribû, li Girê Spî û Serê Kanîyê bi tometa endamtîya YPG û PKK 104 kes hatine binçavkirin.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist