Li seranserê Ewrûpa Kurdistanî û dostên wan Helepçe bi bîr anîn.

Roja 15, 16 û 17 adarê li gelek welat û bajarên Ewrûpa hemwelatiyên Kurdistanê qetlîama Helepçeyê bi civîn, bi ayîn, bi xwepêşandan û bi gelek cureyan guhertî bi bîr anîn.

Li gelek bajarên Swêdê bi rengên cuda qetlîama Helepçe ku 31 sal berê qewimî bû, hat bibîranîn. Wek her sal bîranîna mezin roja 16ê Adarê li Stockholm li kilîsa Adolf Fredrik ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hat organîzkirin.

Ji bilî Serokê federasyonê Keya Îzol, serokê Hevkarî Alî Cumhûr û serokê KRG, gelek siasetmedarên Swêdî jî axaftin kirin. Tomas Hammarberg (yek dost û piştgirê gelê Kurd û damezrênerê Komîteya Swêdiya ya piştgiriya gelê Kurdistanê ye), li ser navê partiya Muhafazakar parlamenter Margareta Cederfelt, li ser navê partiya liberalan Fredrik Malm ku berdevkê partiya xwe yê kar û barên polîtîka derva ye û herweha li ser navê Partiya Çep Yasmine Posio Nilsson ku ew jî berdevka partiya xwe yê kar û barên polîtîka derva ye, axaftin kirin balê kişandin li ser rewşa dramatîk ya nuha ku miletê Kurd tê de derbas dibe.

 

Li Almanyayê li gelek bajaran bi rê û awayên cûda Helepçe hat bibîranîn.

Li Berlînê Însiyatîfa Kurdên Berlînê bi hejmareke hemwelatiyan re di bin baraneke gurr de Helepçe bi bîr anî. Herweha li bajarê Kolnê li qada îstasyonê bi însiyatîfa Partîyên Kurdistanê, Hevkari Almanya, ji bo bîranîna şehîdên Halepçê civiya. Kurdên Nurnbergê jî di qadeke navendî civiyan,qetlîama Helebçeyê bi bîr anîn.

Li Kopenhangê jî li qada navendî di bin baraneke reş û gij de bi pankart û alan, xwestin bala Danîmarkîya bikşînin ser keraseta Helepçeyê.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist