Li seranserê cîhanê pirsgirêka teknîkî: Geştên esmanî hatin rawestandin

.

 Ji ber pirsgirêka teknîkê ya nivîsbariyê (IT) li seranserê cîhanê sîstemên esmanî, nexweşxane, bank û marketan têk çûne.

Ji ber pirsgirêka teknîkî di serî de Amerîka û Awistralya li gelek welatan geştên esmanî hatine rawestanin.

Li seranserê cîhanê di sîstemên nivîsbariyê de arîzeyeke mezin çêbû.

Arîzeya ku di sîstema kompanyaya teknolojiyê ya Amerîkî Microsoftê çêbûye de bandor li gelek sektoran kir.

Ji ber wê arîzeyê sîstemên sektorên wekî esmanê, bank, nexweşxaneyan rawestiyane.

Weşana Sky Newsê hat birîn

Ji ber pirsgirêka sîstemê yek ji kanalên herî giring ên Brîtanyayê Sky Newsê îro nekarî weşanê bike.

Geştên esmanê rawestiyan

Herwiha ji ber heman pirsgirêka teknîkî li gelek welatan di geştên esmanî de jî pirsgirêk çêdibin.

Ji ber vê yeke gelek kompanyayên esmanî geştên xwe ji bo demekê rawestandine an jî dereng dixin.

Di xizmetên giştî de pirsgirêk hene

Li Birîtanyayê di sîsteman rezervasyonê ya tenduristiyê de pirsgirêk hene û niha offline e xizmet nayê dayîn.

Kompanyaya herî mezin a rêhesinê ya Brîtanyayê Govia Thameslink Railway (GTR), ji bo betalkirina gengaz a çar xetên trênê hişyarî da.

Wezareta Tenduristiye ya Îsraîle diyar kir ku arîzeya sîstemê ya gerdûnî bandor li nexweşxane û xizmetên tenduristiyê dike.

Borseya Almanyayê ragihand ku danûstandin bi asayî dest pê kirine lê kontrol berdewam dikin.

Crowdstrike: Haya me jê heye

Kompanyay teknolojiyê ya agahdariyê Crowdstrike jî diyar kir ku haya wan ji têkçûna sensora Falconê ya sîstema Windowsê ya Microsoftê heye û peyamekw telefonê belav kir.

Crowdstrikeê di peyama xwe de got, “Ji ber ku we pêwendî bi yekîneyên piştgiriyê yên Crowdstrikeê re daniya spas.

Crowdstrike ji raporên têkçûna derbarê sensora Falconê ya Microsoftê agahdar e.”

Ji Microsoftê daxuyanî

Microsoftê ragihand ku wan piştî qutbûna xizmetan “tedbîrên sivikkirinê” wergirtine.

Microsoftê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belak kir û got, “Tedbîrên me yên sivikkirinê berdewam in û di xizmetên me de bi berdewamî pêşketin tên dîtin.”

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin