Li ser Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hat danîn

.

Şaredarê Navçeya Qaxizmanê ya Qersê ya DEM Partiyê Mehmet Alkan ji kar hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hat danîn.

Dadgeha 2yemîn Cezayê Giran a Qersê 20ê Sibata 2025an bi hinceta "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Hevserokê Şaredariya Navçeya Qaxizmanê ya Qersê Mehmet Alkan birî.

Piştî ceza, birêvebir û endamên DEM Partiyê li nav avahiya şaredariyê dest bi çalakiya nobetê kiribû û polîsan jî şaredarî dorpêç kiribû.

Piştî dorpêça 5 rojan a polîsan roja 24ê Sibatê Hevserokê Şaredariya Qaqizmanê Mehmet Alkan ji kar hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hat danîn

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê ragihand, ji ber ku Dadgeha 2yemîn Cezayê Giran a Qersê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza lê biriye Şaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan ji kar hatiye dûrxistin û Qeymeqamê Qaxizmanê Okan Daştan wekî qeyûm li şûna wî hatiye danîn.

Piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an, 10 şaredariyên DEM Partiyê û 2 şaredariyên CHPyê bi tevahî li ser 12 şaredariyan qeyûm hatine danîn.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji 31ê Adarê ve qeyûm danîne ser şaredariyên DEM Partiyê yên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xelfetî, Akdenîz, Miks, Sêrt, Wan û Qaxizmanê.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist