Li ser 4 şaredarîyên din ên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin danîn

Şaredarên navçeyên Bêgir, Elbak û Qelqelîyê yên Wanê û bajarokekî ser bi Qûbîna Êlihê li Bakurê Kurdistanê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin danîn.

Navenda Nûçeyan- Danîna qeyûman li ser şaredarîyên bajarên Kurdan berdewam e. Şaredarên navçeyên Bêgir, Elbak û Qelqelîyê yên Wanê û bajarokê Îkîkopru li navçeya Qûbîna Êlihê li Bakurê Kurdistanê ji alîyê Wezareta Navxwe ya Tirkîyê ve ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan qeymeqamên wan navçeyan weke qeyûm hatin danîn.

Di operasyoneke hêzên Tirkîyê de hevaredarên Qelqelîyê Dîlan Orencî û Yakup Amaç, hevşaredarên Bêgirîyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar hatibûn desteserkirin.

Hatibû ragihandin, ew kes di çarçoveya lêpirsînê de ku Serdizgarîya Komarî ya Wanê di derheqê wan de destpê kiribû, hatine desteserkirin.

Pêştir hevserokên 24 şaredarîyên Bakurê Kurdistanê yên di destê HDPê de hatibûne girtin û hikûmeta Tirkîyê qeyûm li ser wan şaredarîyan danîbû.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist