Li Seqizê di holeke şahîyê de teqînek çêbû: 11 kuştî, 34 birîndar

Li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê li nava holeke şahîyan ji ber gazê teqînek çêbû û di encamê de 11 kesan canê xwe ji dest dane û 34 kes jî birîndar bûne ku rewşa 3 ji wan giran e.

Navenda Nûçeyan- Doh bi şev demjimêr 22.00ê, di dema şahîya zewacê de li hola şahîyan a bajarê Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê ji ber sedema gazê teqînek çêbû ye û cîgirê parêzgarê Sine jî ragihand ku di encama wê teqînê de 11 kesan canê xwe jidest dane û 34 kes jî birîndar in.

Li gorî zanyarîyan, di sîstema gazê ya li wê holê de pirsgirêk hebûye û navê wê holê jî Mange Şew bûye.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist