Li Semsûrê berhemên serdema Bîzansê hatin dîtin

Li Semsûrê 2 perçeyên mozîkê yên serdema Bîzansê hatin dîtin.

Li Semsûrê 2 perçeyên mozîkê yên serdema Bîzansê hatin dîtin.

 

Li bajarê Semsûr ê Bakûrê Kurdistanê, 2 perçeyên mozaîkê yên serdema Bîzansê hatin dîtin.

 

Ew perçeyên mozaîkê ji aliyê welatiyê bi navê Ahmet Yilmaz ve li nêzî Bendava Atatûrkê hatin dîtin ku av ji wê deverê vekişiyabû.

 

Ekîbên ser bi Rêveberiya Muzeyê ve, piştî lêkolînan li wê deverê, ji bo lêkolînkirinê ,ew herdu perçe veguhastin bo navenda wê rêveberiyê.

 

Di encama lêkolînên li ser wan herdu perçeyan derket holê ku ew perçe ji heyama sedsala 6an a serdema Bîzansê mane.

 

Hat zanîn ku ew herdu perçeyên mozaîkê dê ji bo Lîjneya Parastina Herêmî ya Rihaya Bakûrê Kurdistanê bên şandin.

RÛDAW

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê