Li Şanoya Bajêr a Amedê 4 lîstik û panelek heye

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha reşemîyê eşkere kir. Vê mehê bi navê lîstika Moliere "Tartuffe", lîstika Şaliko Bêkes "Xwezgînî", lîstika William Shakespeare "Xewna Şeveke Havînî" û stand-upa "Dawîya Dawî" heye.

Navenda Nûçeyan- Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha reşemîyê eşkere kir. Vê mehê bi navê lîstika Moliere "Tartuffe", lîstika Şaliko Bêkes "Xwezgînî", lîstika William Shakespeare "Xewna Şeveke Havînî" û stand-upa "Dawîya Dawî" heye.

Ji bilî van lîstikan "Susma Platformu" jî dê panelek bi navê "Li bajarên kurdan bandora kayûman a li ser çand û hunerê" li dar bixe.

 

Vaye bernameya Şanoya Bajêr a Amedê:

 

- “Tartuffe”

Nivîskar: Moliere

Derhêner Ruknettin Gun

7, 8 û 14 reşemî, saet 19.30: 

 

- “Xwezgînî”

Nivîskar: Şaliko Bêkes

DerHêner: Şaliko Bêkes

21 reşemî, saet 19.30

 

- Panel: Li bajarên kurdan bandora kayûman a li ser çand û hunerê

Moderatorîya panelê dê derhêner û nûnerê Susma Platformu yê Amedê Ozkan Kuçuk bike û dê Şenay Aydemir (Rexnegirê Sînemayê), Firuze Engin (Bereze Gosteri Evi), Dîcle Anter (Midûrê berê yê Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney a Batmanê), Ruknettin Gun (Ji Şanoya Bajêr a Amedê) wekî axifger beşdar bibin.

22 reşemî, saet 15.00

 

- “Dawîya Dawî” (Stand Up)

Derhêner: Kemal Gokhan Gurses

22 reşemî, saet 19.30

 

- “Xewna Şeveke Havîne”

Nivîskar: William Shakespeare

Derhêner Ferhad Feqî

28-29 reşemî, saet 19.30

 

 

Kurdîstan Haberleri

Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor