Li Şamê teqînek mezin: Herî kêm 13 kuştî hene

.

 Li Şamê teqînek çêbû û di encamê de hejmarek efser û serbazên Sûrî hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

Îro serê sibehê, li bajarê Şam a paytexta Sûriyê, teqînek çêbû û çend efser û serbazên Sûrî hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gor ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê, otobuseke serbazî ya veguhestina efser û serbazan bi 2 mînên teqîner hatiye armancgirtin û di encamê de 13 kes hatine kuştin û 3 kes jî birînar bûne.

Li gor SANA, teqîn li nêzîkê Cisir el-Reîs, anku Pira Serok li naverasta Şama paytext çêbûye.

Wezîrê Navxwe yê Sûriyê ragihand ku teqîn di nav basekê de çêbûye.

Ajansa fermî ya Sûriyê herwiha diyar kir ku mîneke sêyem jî li cihê teqînê ji aliyê hêzên endezyariya serbazî ve hatiye pûçkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin