Li Şamê hevpeymaniyeke siyasî ya nû hate avakirin: MSD jî tê de ye

.

Li paytexta Sûriyê Şamê, bi tevlîbûna hejmarek alî, partî û rêxistinên siyasî ku Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ya bi ser PYDê ve jî tê de cî digre, Hevpeymaniya Welatîbûna Sûrî ya Yeksan ‘Temasûk’, ragihand.

Di daxuyaniya damezirandinê de, daxwaza sîstema nenavendiyê li Sûriyê hate kirin û herweha banga "lidarxistina kongreyeke niştîmanî ya giştî li gorî binemaya biryara 2254" a Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin.

Hate diyarkirin, pêwîstiya Sûriyê bi hevpeymaniyke herî fireh û lihevkirinekê di navbera Sûriyan de bi tevaya pêkhateyên wan, heye û pêwîstî bi destnîşankirineke zelal a erkên mezin û hevkarîyê ji bo pêkanîna wan heye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bihêzkirina yekîtiya Sûriyê, parastina aştiya sivîl, çareserkirina doza Kurdî bi awayekî demokratî, niştîmanî û dadmend, doza jina Sûrî û mafên wê û doza ciwanan û rola wan dozên sereke ne ji bo tevaya Sûriyan".

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê