Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber hatin kuştin

.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê êrîşî karwanekî kolberan kirine. 

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê êrîşî karwanekî kolberan kirine û ji ber wê êrîşî 2 kolber hatine kuştin û 3 kolber jî birîndar bûne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê di raportekê de eşkere kiriye ji ber êrîşa hêzên serbazî yên Tirkiyê li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê gule li karwanekî kolberan reşandine û ji ber wê êrîşê herî kêm 2 kolber hatine kuştin û 3 kolber jî birîndar bûne.

Herwiha Hengawê eşkere jî kiriye navên wan kolberên hatine kuştin wiha ne: Alîşan Heyderî, temenê wî 18 salî ye û Sozdar Ehmedî temenê wî 21 salî ye û Sozdar Ehmedî beriya bi mehekî zewicî bû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin