Li Rojavayê şewitandina dexlûdanên cotkaran berdewam e

Li gundewarê Kobanî careke din agir bi zevîyên cotkaran ket û li gorî agahîyan nêzîkî 500 donim zevîyên çandinîyên şewitîne. Herwiha li navçeya Girê Spî jî agir bi dexlûdanên cotkaran ket û zirar gihîşte welatîyan, lê rêjeya zirarê nehatîye dîyarkirin.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên ji Rojavayê Kurdistanê ve, duh Sêşemê li gundên Kazikan, Merc Simêl û Kîkan agir bi zevîyên cotkaran ket û tevî ku tîmên agirvemirandinê çûne herêmê, lê ji ber ferehbûna rûberê şewatê, agir dereng hat kontrolkirin.

Agahîyên destpêkê yên ji herêmê nîşan didin, ku derdora 500 donim ji dexlûdanên xelkê di wê bûyera agirpêketinê de şewitîne.

Cotkarên wan gundan dibêjin, ku piranîya patozan berê xwe dane deverên Minbic, Tebqa û Eyn Îsa û patoz têra çinîna zevîyên wan nakin. REw herwiha bang li Destya Çandinîyê ya Herêma Kobanî dikin ku patoz li gor rûberê çandnîyê bêne belavkirin.

Di hefetya bihorî de jî agir bi zevîyên gundên rojavayê Kobanî ketibû û 180 donim zevî li gundên Zor Mixar, Şêxler û Beyadîyê şewitîbûn.

Li Girê Spî agir bi dexlûdanên cotkaran ket

Di berdewamîya bûyerên şewatên li zevîyên çandinîyê de li Rojavayê Kurdistanê, li Girê Spî jî agir bi hejmarek zevîyên cotkaran ket û rûbereke berfireh şewitîn.

Bajarê Girê Spî û gundewarên wê di bin destê grûpên çekdar ên opozisyona Sûrîyê ya girêdayî Tirkîyê de ne.

Îsal ji destpêka mewsîma çinînê ve li Rojavayê Kurdistanê, gelek caran agir bi zevîyên çandinîyê yên navçeyê.

Çalakvanên navçeyê çekdarên grûpên opozisyona Sûrîyê bi şewitandina zevîyên cotyaran tohmetbar dikin.

Berdewamîya bûyerên şewatê li zevîyên çandinîyê yên Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye, ku Rêveberîya Xweser hêzeke 45,000 kesî bo parastina zevî û dexlû danên cotkarên herêmên di jêr kontrola xwe de erkdar kirîye.

Rudaw

 

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'