Li Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hatin lidarxistin

.

Li hember desteserkirinan û zêdebûna nirxên kelûpelan, xwepêşandan têne lidarxistin. 

Li ser banga Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), li bajarên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hatin lidarxistin.

ENKS li hember desteserkirin û girtina endamên partiyên siyasî û zêdebûna nirxên kelûpelan û ferzkirina bacê li ser welatiyan, bang kiribû ku îro demjimêr 17:00 xelk derkevin kuçe û kolanan û bertek nîşan bidin.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihandibû ku bi dirûşmên "Na bo girtinê, azadî bo girtiyan”, “Na bo bilindkirina nirxê sotemeniyê”, “Na bo sepandina bacan li ser welatiyan”, “Na bo bilindkirina nirxê nan” xwepêşandan li dar dixin.

Li xwepêşandana bajarê Qamişlo, endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ragihand: “Ev daxwaz, ne tenê daxwaza Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye, ne ya kesekî, ne jî ya malbatekê ye, ev daxwaza hemû xelkê ye, hatina we ji bo piştgiriya hemû wan kesan e ku li vê deverê dijîn.”

Herwiha li bajarê Qamişlo grûpeke bi navê Ciwanên Şoreşger êrîşî xwepêşanderan kirin û hejmarek xwepêşander birîndar kirin.

K24

Welatiyekî ku di êrîşa Qamişloyê de birîndar bû

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin