Li Rojavayê Kurdistanê testên Koronayê nemane

.

 

Ji du hefteyan ve testên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê nemane û amarên pêketin û canjidestdanê nayin tomarkirin.

Ji du hefteyan ve testên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê nemane, ev yek jî dibe sedem ku pêketiyên Koronayê neyin destnîşankirin.

Desteya Tendirustiyê a Rêveberiya Xweser ji roja 10ê Mijdarê ve amarên taybet bi pêketin û mirina bi Koronayê belav nekirine.

Di wê derbarê de berpirsê di Nivîsgeha Amaran a Desteya Tendirustiyê Nêçîrvan Silêman ji (AFP) re ragihand, ji ber nebûna testên Koronayê, ji du hefteyan ve amar nayin tomarkirin.

Nêçîrvan Silêman got: “Gelek pêketiyên nû yên Koronayê hene, lê em nikarin testan bikin û taqîgeh rawestiyane.”

Li gor wê ajansê, li herêmên Rêveberiya Xweser ku krîza kêmbûna pêwîstiyên bijîşkî heye, tenê taqîgeheke testkirina vîrûsa Koronayê lê heye, ew jî li bajarê Qamişlo ye.

Ev yek di demekê de ye, heta roja 10ê Mijdarê li Rojavayê Kurdistanê 36960 haletên pêketinê û 1478 haletên mirina bi Koronayê hatibûn tomarkirin.

Pêştir çendîn caran berpirsên Rêveberiya Xweser ragihandin, ji bilî ji Herêma Kurdistanê ve, ti alîkariyên bijîşkî ên berçav ji Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) û rîxistinên navdewletî ve nagihin ber destê wan.

Di dema dawî li seranserî Sûriyê hejmara pêketiyên Koronayê bilind bûye û nexweşxane bi temamî hatine dagirtin. Netewên Yekgirtî jî nîgeraniya xwe ji ber vê rewşê nîşan dabû.

Birîkarê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Mirovî Martin Griffiths di dawiya meha borî de hişyarî da û got: “Pêketî zêde dibin, nexweşxane hatine dagirtin û rêjeya vaksînkirinê jî hîn di bin %2 re ye.”

Tîmên bijîşkî û rêxistinên navdewletî di wê metirsiyê de ne ku krîza Covid-19 bi destpêka werzê zivistanê re xirabtir bibe, bi taybet li deverên derveyî kontrola hikûmetê û li kampên koçberan.

K24

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin