Li Rojavayê Kurdistanê qeyrana aborîyê kûrtir dibe

Xelkê Rojavayê Kurdistanê nema dikarin kar bikin û jîyan gelekî zehmet bûye û bi daketina nirxê lîreye Sûrîyê rewşa wan gelekî xerab bûye, lewma welatî daxwaza çareserîyekê ji rewşa xwe re dikin.

Navenda Nûçeyan - Zehmatîya jîyanê dihêle ku mirov bê çare bimîne, ev hemî ajovanên teksîyan e, ji sibehê hetta êvarî kar dikin û nikarin pêdivîyên malên xwe peyda bikin. Di raporteke Kurdistan24ê de hemwelatî dibêjin her tişt buha bûye, lê hîn kirîya teksîyan wekî berê ye, temenê parçeyên otombîlan gelekî bilind bûye û kireya her siwarekî nêzî nîv sêntî ye, ji ber wilo ev ajovan doza bilindkirina kirê û çareserîyekê ji rewşa xwe re dikin.

Her kes van gazinan dike û firincîyê bi navê Ehmed xwedî firneyekê li bajarê Qamişlo ye, karê xwe sekinandîye ji ber ku temenê çewalê ard bûye 10 qat û nirxê nan hîn wekî xwe ye, Ehmed dibêje ku li gorî nirxê dolar nema dizane her nanekî bi çiqasî bifroşe û eger rewş wiha bimîne dê firneya xwe bi temamî bigre.

Rewşa hemî bazarê wiha ye, kirîn û firotinrawestîya ye û gelek dikan û market dergehên xwe girtine, xelk gelek gazinan dikin û çare jî ji wan re nayê dîtin, hin abûrînas dibêjin ku ev nîşana pêlek birçîbûnê ye ku bi ser deverê were.

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe