Li Rojavayê Kurdistanê krîza dermanan heye

.

Li Rojavayê Kurdistanê derman kêm in û dîsa krîza dermanan dest pê kiriye.

Li Rojavayê Kurdistanê careke din kirîza kêmbûn û bihabûna derman serî hildaye.

Kesekî ji Qamişloyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ji ber ku li dermanxaneyan derman gelekî kêm in ew neçar maye dermanên çavê xwe bi bihayekî pir bikire.

Li gorî çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîne, ji nêzîkî 5 mehan ve Hikûmeta Sûriyeyê rê nade ku derman ji aliyê wê bigihêjin herêmên Rêveberiya Xweser.

Ji ber vê jî gelek ji cureyên dermanan êdî nema peyda dibin, bi taybetî jî dermanê nexweşiyên şekir û dermanên nexweşiyên çavan peyda nabin.

“Dilopên çavan bi carekê re hatine qutkirin”

Xwediyê Embara Perîkê ya dermanan a li Qamişloyê Nesir Perîk ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku hin corên deman bi yekcarî ji ser herêmê hatine birîn û pê de çû:

"Bi rastî ev demek e derman ji ser herêma me hatiye qutkirin û derman derbasî herêma me nabe.

Ev bûye sedema ku îro gelek cureyên dermanan li cem me, li Qamişloyê û li herêma me peyda nebin.

Dilopên çavan bi carekê re hatine qutkirin. Dermanê zextê û yê kolestrolê jî hatine qutkirin.

Kargeha Unîfarmayê bi tevahî hatiye sekinandin."

Li gorî amarên taybet ên Rûdawê, li Qamişloyê:

 - 191 dermanxane hene

- 170 ji wan dermanxaneyên taybet in

- Li nexweşxaneyên taybet 11 dermanxane hene

- 10 dermanxane ji Serê Kaniyê veguhastine Qamişloyê

- Nêzîkî 40 embarên dermanan hene

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin