Li Rojavayê Kurdistanê binpêkirinên li dijî rojnamevanan

.

Ofîsa Çavdêrî û Belgekirina Binpêkirinan a Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê, di nûtirîn raporta xwe de, behsa binpêkirina li dijî rojnamevan û dezgehên ragihandinê, di sala 2022yan de, dike.

Li gor raportê çarenivîsa peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemo ji 9 salan ve ne diyar e. Ferhad Hemo 15.12.2014, ji aliyê çekdarên DIŞIê ve hatibû revandin.

Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê 10ê Adara 2012yan hate damezrandin. Destpêkê navê wê “Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê” bû.

 Li gorî wê raportê, di sala 2022yan de, 36 binpêkirin li dijî rojnamevanan û dezgehên ragihandinê, li rojavayê Kurdistanê navçeyên Rêveberiya Xweser çêbûne.

Ji wan binpêkirinan:

- 3 rojnamevan hatine kuştin.

- 9 rojnamevan hatine girtin.

- 2 rojnamevan bi awayekî demkî hatine girtin.

- 3 caran karê rojnamevanan bi awayekî demkî hatiye rawestandin

- 6 bûyerên rêgirtina şopandina rojnamevanî.

- Girtina ofîsekek dezgeheke ragihandinê.

- 3 bûyerên lêdanê.

- 3 bûyerên revandinê.

- Birîndarbûna 3 rojnamevanan.

- Bûyereke tehdîdê.

- Bûyereke şikandina camên otomobîla rojnamevanekî.

- Bûyereke êrîşa li ser grûpên rojnamevanî.

 Her di raportê de jî hatiye, 5ê şibata 2022yan, Rêveberiya Xweser bi biryareke fermî, karê ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li navçeyên xwe rawestand û erkên rojnamevanî ji hemû karmendên nivîsgeha Rûdawê stand.

Heman raport dibêje, di 3 salên bûrî de, 50 bûyerên destdanîna ser samanên rojnamevanan li Efrîn, Serê Kaniyê û GirêSpî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve çêbûye.

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hunergeha Welat klîpeke nû belav kir: Em Herin G
Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê