Li Rojavayê Kurdistanê bergirîyên vîrûsa Koronayê hatine standin

Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji xema belavbûna vîrûsa Korona bi tirs in û bangê li alîyên peywendîdar dikin, ku tedbîran werbigre, da ku ew nexweşî derbasî Rojavayê Kurdistanê nebe.

Navenda Nûçeyan- Hêdî hêdî tirs û xofa bêdeng di nav xelkê rojavayê Kurdistanê çêdibe,  tirsa xelkê ew e ku piştî şer û bihabûnê, nexweşîya Korona jî bigihêje deverê.

Xwendekar Zevîn Yasir dibêje: “Bi rastî em gelek ditirsin ev nexweşî were vê derê jî. Em 50 xwendekarên niha li yek pole ne û eger ew nexweşîyê yek kesê jî bigire dê bigire me hemûyan.”

Heta niha li ser erdê çi bihane ji tirsê re tine ye, lê her xelk biguman in, û dixwazin alîyên pêwendîdar, rê li ber hatin û sedemên vê nexweşîyê bigirin.

Karker Mehmûd Sekvan jî da zanîn ku di nav xelkê tirsa belavbûna vîrûsa Koronayê çêbûye û kes sedema wê jî nizane, lewma divê herkes ji xwe agahdar be.

Di demekê de ku Netewên Yekgirtî şandina pêdivîyên tenduristî li ser Rojhilatê Ferat li Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê qut kirin, Desteya Tenduristîyê ya Rêveberîya Xweser hewl dide, bi karînên sînordar rêkarên herî pêwist, li dijî derbasbûna Korona pêk bîne.

Hevserokê Desteya Tenduristîyê li Kantona Cizîrê Dr.Menal Muhemed jî got: “Ti bûyerên vîrûsa Koronayê li herêma me nehatîye tomarkirin, lê dîsa jî amadekarîyên me ji bo wê nexweşîyê hene. Em dê tîmên tendirustîyê bo hemû derîyên sînorî bişînin. Kesên guman li ser hebin em dê bixin bin çavdêrîyê.”

Rêxistina tenduristîyê  ya cîhanî di rapora xwe ya dawî de belav kir ku heta niha nexweşîya Korona li Çîn û 26 welatên din jî  hatîye dîtin, û bêhtirî 17 hezar û 300 kesî bi êşa Korona ketîye,  ji wan 421 nexweşan canê xwe ji dest daye, ku di encamê de ji bo bergirîya belavbûna Korona rewşa awarte ya cîhanî hate ragihandin.

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da