Li rojavayê Kurdistanê 95 kesên din bi Koronayê ketin

Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 95 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 95 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin. 

Haletên hatine tomarkirin: 23 kes li Hesekê, 21 kes li Qamişlo, 18 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 2 kes li Rimêlanê, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Til Temirê, 5 kes Kobaniyê, 14 kes li Reqayê, 4 kes li Tebqa û 4 kes li Minbicê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1304 kesan, ji wan 55 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 13 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 363 kesan.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê