Li Rojavayê Kurdistanê 3 leşkerên Tirkîyê û 5 çekdar hatin kuştin

Li bajarokê Sulûk yê ser bi nevçeya Girê Sipî ya Rojavayê Kurdistanê ve ku niha di jêr kontolra artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên Sûrî de ye, di encama teqînekê de 3 leşkerên Tirkîyê û 5 çekdarên grûpên opozisyona Sûrîyê hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Berevanîya Tirkîyê di daxuyanîyekê de aşkere kir, ku roja Pêncşemê 16ê Çileya 2020 “li navçeya Operasyona Kanîya Aştîyê, otomobîlekê xwe bi yekîneyeke gerok a hêzên wî welatî ve teqandîye û di encamê de 3 leşkerên wî welatî hatine kuştin.”

Wezareta Berevanîya Tirkîyê behsa ti hûrgilîyên êrîşê nekirîye û cihê ku êrîşê jî bi temamî dîyar nekirîye û tenê ragihandîye, êrîşa li dijî hêzên wan “li navçeya Operasyona Kanîya Aştîyê” pêkhatîye.

Li alîyekê din, çavkanîyên Artêşa Niştîmanî ya ser bi Opozisyona Sûrîyê ve ku Tirkîye piştevanîyê lê dike, dîyar kirine ku êvara  derbasbûyî li bajarokê Sulûkê yê ser bi Girê Sipî ve, di encama teqîna tankereke avê ya bombekirî de, 5 çekdarên wan û 3 leşkerên Tirkîyê hatine kuştin.

Bajarokê Sulûkê ku dikeve başûrê rojhilatê Girê Spî, piştî êrîşa Cotmeha 2019an a Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, di bin kontrola Artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên Sûrî de ye.

Artêşa Tirkîyê roja 9ê Cotmeha 2019an û piştî ku Rêveberîya Amerîkayê ya bi serokatîya Donald Trump helwesta xwe guhert û biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûrîyê aşkere kir, êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir.

Di encama wê êrîşê de, Tirkîyê bi alîkarîya komên çekdar ên opozyona Sûrîyê herdu bajarên Serê Kanîyê û Girê Spî û bi dehan gundên Rojavayê Kurdistanê kontrol kir.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye