Li Rihayê şerê du malbatan: 2 kes hatin kuştin

Li navçeya Bîrecik Rihaya Bakurê Kurdistanê di navbera 2 malbatan de şerê çekdarî derket, 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên berdest li taxa Kuralê endamên 2 malbatên ku dijmindarî di navbera wan de bû pevçûn.

Di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn 7 kes birîndar bûn. Tîmên bijîşkî birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecikê veguhestin.

Ji birîndaran yên ku rewşa wan giran bûn, Mehmet Uysal (43) ligel yekî din ku hêj navê wî nehatîye zanîn, tevî hemî midaxeleyan ji mirinê nehatin rizgarkirin.

Li taxa Kuralê ji herdu alîyan hinek mal hatin şewitandin, ekîbên cendirmeyê tedbîrên ewlekarîyê zêde kirin.

Di daxuyanîya Walîtîya Rihayê de hat destnîşankirin ku di encama pevçûna çekdarî de ya di navbera herdu malbatên ku berê dijmindarî di nava wan de hebû, 2 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku welatîyên birîndar bo nexweşxaneyên derdorê kirine û wiha hat gotin: “Hêzên ewlekarîyê li wê deverê tedbîrên pêwîst zêde kirine. Di encama xebatên berdewam de heta niha 21 kes hatine desteserkirin. Herwiha dest bi ser 5 keleşkof, 2 demançe û 2 tivingên nêçîrê hatine girtin. Derbarê bûyerê de karûbarê edlî û îdarî berdewam in.”

 

 

Siyaset Haberleri

Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya
Dêrsimî dixwazin mayîn werin rakirin: ‘Heyf e!’