Li Rihayê jî çalên mezin derketin holê

.

Piştî Konyayê li gundên Qereelî û Sûsikê yên navçeya Xelîliyê ya parêzgeha Rihayê di nav zeviyên çandiniyê de bi carekê de çalên bi firehiya 15 metreyan û 10 metreyan kûr çêbûn.

Wê yekê xelkê navçeyê dilgiran kiriye û ew ditirsin ku nîşaneya çêbûna karesatên xwezayî be.

Cotkarê bi navê Mustafa Dag li ser çalan got:

“Ev 4-5 sal in ev çal çêdibin. Her sal çalên nû çêdibin.

Nêzîkî 10 çalan çêbûne, piranî me bi derfetên xwe tijî kirin lê niha 3 mane.

Em gelekî ditirsin ku bi carekê de cihê em lê ne jî bibe çal û em bikevin nav.

Lê em çibin doza peydakirina nan e.”

Welatiyên vê navçeyê dibêjin, dayîk û pîrên wan gotine berî 50-60 salan dema sibehê rabûne dîtine ku ev dever hemû çûye xwar û bûye wekî çaleke mezin.

Gundî ditirsin ew tişta ku beriya 60 salan çêbûyî dîsa dûbare bibe.

Ew ji rayedaran daxwaza alîkariyê û çareserkirina vê pirsê dikin.

“Hatin lê nihêrî û çûn”

Cotkar Mustafa Dag her wiha anî ziman:

“Berî 4-5 salan me ji rayedaran re got ku tiştekî wiha heye.

Hatin lê nihêrî û çûn, heta niha ne tiştek gotiye û ne jî tiştek ji bo vê meseleyê kiriye.

Em ji dewletê dixwazin ku dest bavêje vê meseleyê û ya pêwîst e bike.

Eger ev rewş berdewam bike em dê ji neçarî dest ji çandina zeviyê berdin.”

Riha li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yek ji parêzgehên herî mezin ê çandiniyê ye ku 10 milyon û 729 hezar û 252 dekar erdên çandiniyê lê hene.

Her wiha li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 42yê pembo, ji sedî 38ê nîskên sor, ji sedî 37ê fistiqan û ji sedî 7,5ê genim li Rihayê tên berhemanîn.

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin