Li Rihayê gundek û 4 avahî hatin kerentînekirin

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên ewlekarîyê de gundek û 4 avahî hatin kerentînekirin.

Navenda Nûçeyan - Li gor daxuyanîya ku ji alîyê Parêzgarîya Rihayê ve hatîye belavkirin, li bajarokên Curnêr, Eyûbîye, Karakoprû û Wêranşarê testa koronayê ya hinek welatîyan pozîtîv derketîye. Lê hejmar nehatîye dayîn ka testa çend kesan pozîtîv derketîye.

Li ser vê yekê bi biryara Sazîya Tendirustî ya Bajêr û di çarçoveya tedbîrîn xweparastina ji vîrûsa koronayê de li Wêranşarê 2, li Karakoprû û Eyûbîye 2 avahî, li Curnêrê jî gundê Tutumlu hemû heta 14 rojan hatin kerentînekirin.

Li alîyê din, li bajarokê Eyûbîye kerentînekirina avahîyekê bidawî bû.

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirûstî ya Tirkîyê, heta niha li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê 165 hezar û 555 kes bi Coronayê ketine û 4 hezar û 585 kesan jî canê xwe ji dest dane. Herwiha 129 hezar û 921 nexweşên Coronayê jî baş bûne.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist