Li Qoserê bayê Tifaqa Welatperwer û Demokrat

Îro 20ê Adarê, Komîsyona hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat serdana Bazara Genimî, Sanayî û galerîya otomobîlan kir û HUDA-PARê zîyaret kir.

Komîsyona Hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, digel namzetên xwe yên serbixwe Abdulkadîr Demîr û Şeyhmûs Unalî, bi çerçoweya xebata hilbijartinê çû serdana Bazara Genimî, Sanayî û galerîya otomobîlan.

Esnaf û xelkê Qoserê bi kêfxweşî pêşwazî namzetên serbixwe yên Tifaqê kir.

Herwiha Tifaqa Welatperwer û Demokrat, serdana HUDA-PARê jî kir û hevdîtineke berhemdar digel Serokê Şaxa Mêrdînê yê HUDA-PARê Bûrhan Aydin, Cîgirê Serokê wê, Mele Mehmûd Kilinç û Serokê navçeya Qoserê  Abdullah Kavan kir. Di hevdîtinê de, digel Nemzetê Serbixwe yê Mêrdînê Abdulkadîr Demîr û yê Qoserê Şeyhmûs Unalî, Serokê PAKê yê Şaxa Mêrdînê Bedran Acar, nûnerên PSKê Nevzat Tekel û Kemal Yıldırım û Alaaddîn Aras amade bûn.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist