Li Qamişloyê emeliyata dil hat kirin: ‘Cara yekem e!’

.

 Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê 2 bijîşkan emeliyateke dil a zehmet ji nexweşekî 60 salî re kir û wan bi serkeftî karê xwe encam da.

Emeliyata dil a nexweşê 60 salî li Nexweşxaneya El-Nûra Qamişloyê hat kirin.

Bijîşkên Kurd Kazeman Îsa û Remezan El-Mecîd ew emeliyat kirin.

Bijîşkên ku ew emeliyat kir dibêjin, ew yekemîn cureyê wê emeliyatê ye ku li Rojavayê Kurdistanê tê kirin.

Pisporê Nexweşiyên Dil Dr. Kazeman Îsayê ku ew emeliyat kir bû mêvanê bultena Rûdawê.

Pisporê Nexweşiyên Dil Dr. Kazeman Îsa li ser wê emeliyatê anî ziman:

“Cara yekem e ev cure emeliyata li vir tê kirin. Ev nexweşê me 20 roj in çend caran rewşa wî giran dibe. Dilê wî xurt lê dide û digihe asta rawestanê, wî tînin nexweşxaneyê dîsa vedigerînin.

Ez û hevkarê xwe Dr. Remezan gihîştin wê baweriyê ku divê em çareseriyekê jê re bibînin. Me ev emeliyata karebayî jê re kir.”

Dr. Kazeman Îsa destnîşan kir ku rewşa nexweş niha gelekî baş e lê niha di nexweşxaneyê de ye.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist