Li bajarê Toledoyê yê eyaleta Ohioyê ya Amerîkayê, li festîvalekê gule hatin reşandin.
Di bûyerê de herî kêm 12 kes birîndar bûn û Polîsan ragihand ku heta niha ti gumanbar nehatine desteserkirin.
Di dema lidarxistina Festîvala Old West Endê ya li bajarê Toledoyê de di navbera 2 kesan de pevçûna bi çekan derket.
Cîgirê Birêvebirê Polîsê bajêr Joseph Heffernan ji medyayê re ragihand, "12 kes birîndar bûne û rewşa tenduristiyê ya duyan ji wan ne aram e."
Joseph Heffernan da zanîn ku êrişkaran gule li hev reşandine û ji ber vê yekê gule li xelkê derdorê ketine û ew birîndar bûne.
Efserê polîs Dan Gerken jî li ser nasnameya qurbaniyan diyar kir ku emrê piraniya wan di derdora 20 salî de ye û got:
"Birîndarbûna 12 kesan di heman demê de û di bûyereke tenê de karesat e."
Niha hêzên ewlehiyê herêm dorpêç kiriye.
Polîs vîdeoyên kamerayên çavdêriyê û telefonên şahidên bûyerê kontrol dike ku nasnameyên êrişkaran eşkere bike û wan desteser bike.
Festîvala Old West Endê çalakiyeke salane ye ku ji bo muzîk û çandê li herêmên dîrokî yên bajarê Toledoyê tê lidarxistin.
Polîsan diyar kir ku tevî hebûna hêzên ewlehiyê yên zêde li cihê bûyerê, wan nekariye rê li ber vê pevçûnê bigirin.