Li pêşîya Parlamentoya Almanyayê çalakîya hunermendên kurd

Hunermendên wênesaz ên ji rojavayê Kurdistanê li pêşîya Parlamentoya Almanya ya Federal bi xêzkirina wêneyên dagirkerîyê, dewleta tirk û çeteyên wê protesto kirin

Navenda Nûçeyan- Êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomin. Êrîşên dagirkeran li gelek deverên cîhanê bi çalakîyên cuda tên şermezarkirin. Di vê çarçoveyê de li paytexta Almanyayê Berlînê jî bi pêşangeheke wêneyan a li pêşîya Parlamentoya Almanya ya Federal çalakîyek hate lidarxistin.

Çalakî bi tevlêbûna 12 hunermendên wênesaz ên ji rojavayê Kurdistanê saet di 11:00’an de li pêşîya parlamentoyê destpê kir. Turîst û almanan eleqeyeke zêde nîşanî çalakîyê da. Koma hunermendên rojavayî yên ji Meryem Ayşo, Wehîd Tewfîq, Nesrîn Bayam, Xidir Evdilkerîm, Rodî Xelîl, Şîrîn Dawûd, Kewa Katsîkats, Taha Zalî, Arî Mîrza, Hesen Hûîssen, Hasan Mala û Keçî Xom pêk dihat li pêşîya parlamentoyê bi giştî 9 tablo çêkirin û pêkanînên rejîma Erdogan a li ser gelan xêz kirin.

Hunermendan li dor pankarta ‘Dewleta tirk û çeteyên wê bila ji Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bi cehimin’ hunerên xwe pêşkêş kirin. Hunermendan 9 tabloyên ku sûcên şer ên dewleta tirk bi çekên kîmyewî bikar anî temam kirin.

PYD Berlîn û Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî piştgirî dan çalakîyê. Hunermendan bi daxuyanîyeke hevpar anî ziman ku nerazîbûnên xwe bi rêya hunerê vegotin û ji niha û şûnde jî dê çalakîyên xwe bidomînin. 

Çavkanî: E-rojname

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir