Li Pelkane ereban zevîyên kurdan zeft kirin!

Di destê wan de tapoyên sexte hene!

Navenda Nûçeyan- Li devera Sergeran ya bajarê Dûbiz yê Başûrê Kurdistanê, ereban nehîştin kurd zevîyên xwe cot bikin û hewla zeftkirina zevîyan wan dan!

Duhî komek erebên ku di dema Sedam Husên de ji deverên başûrî yên Iraqê derbasî Kurdistanê hatine kirin, li gundê Pelkane yê nahîya Sergeran ya bajarê Dûbiz yê Kerkûkê êrişî cotkarên kurd kirin ku zevîyên xwe cot dikirin.

Li ser wê rûdanê, kesekî xelkê gundê Pelkane ji BasNewsê re got, duhî dema cotkarên kurd zevîyên xwe cot dikirin, komek ereb, ku di destê wan de tapoyên sexte hebûn, êrişî wan kirin û bi behaneya ku ew zevî yên wan in, nehîştin kurd zevîyên xwe cot bikin.

Wî welatîyê Pelkane her wiha got, piştî ku alozî mezin bû komek serbazên Iraqî çûn cihê alozîyê û bi zorê soz bi cotkarên kurd dan îmzekirin ku nabe wan zevîyan cot bikin. Serbazan rê nedan ereban jî wan zevîyan cot bikin.

Cotkarên kurd daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê û nûnerên kurd li parlementoya Iraqê kirin wê arîşeya wan çareser bikin û nehêlin zevîyên wan ji alîyê ereban ve bên zeftkirin.

 

Siyaset Haberleri

Mezlûm Ebdî di Roja Cîhanî ya Kobaniyê de got: 'Yekîtiya li hemberî tarîtiyê'
Li Hisîçayê şahiya piştgiriya HSDyê hat lidarxistin
Îsko Dasinî: Milethezî ji baweriyê cudatir e, bila Kurdbûna me winda nebe
Mezlûm Ebdî: Koalîsyona Navneteweyî mifteya hilweşîna DAIŞê bû
Larîcanî li ser dabeşbûna navxweyî rêveberên Îranê hişyar dike