Li Parlamentoya Tirkiyê hejmara dosyayên parêzbendiyê gehişte 1691

.

 Li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Hevbeş hejmara dosyayên derbarê rakirina parêzbendiya parlamenteriyê de gihişte hezar û 691dosyeyan.

Derheqê 196 parlamenteran de fezleke hatine amadekirin ku herî zêde yên HDPê û CHPê ne. Ji dosyeyan 1231 ên parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û 272 dosye jî yên Partiya Gel a Komarî (CHP) ne. Herwiha 77 dosye jî yên parlamenterên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) in.

Ligel van 18 dosye yên parlamenterên AKP, 14 yên IYI Partî û 11 jî yên parlamenterên MHPê ne. 68 dosye jî yên partiyên din û parlamenterên serbixwe ne. Li gor zanyariyan 78 dosyeyên parêzbendiyê jî bi hincetên cûda bo dozgeriyê paş de hatine şandin.

Di dîroka Parlamentoya Tirkiyê de cara yekeme  ku hejmara dosyeya parêzbendiya parlamenteran ewqasî zêde bûye û bi 77 dosyeyan parlamentera ku herî zêde derheqê wê de dosye hene jî Hevserok û Parlamentera DBPê ya Amedê Salihe Aydeniz e.

Herwiha di vê demê de ji ber biryara dadgehê parlamenteriya Parlamenterên HDPê Leyla Guven û Musa Farisogullari jî hat hilweşandin û parêzbendiya parlamenteriya Semra Guzel jî hat rakirin. Parlamenterên serbixwe Mensur Işik û Tuma Çelik jî parêzbendiya wan a parlamenteriyê hatiye rakirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist