Li Parlamentoya Swêdê bîranîna qetlîama Helepçeyê

Li Swêdê bîranînên qetlîama Helepçeyê li Parlamentoya Swêdê dest pê kir. Li Swêdê her sal qelîama Helepçe bi çalakiyên cuda tên bibîranîn. Yek ji van bibîranînan yek a li Parlamentoya Swêdê ye.

Îro li Parlamentoya Swêdê wek 10 salên buhurî qetlîama Helepçe hat bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Network a Parlamentoya Swêdê ya Piştgiriya Kurdistanê bi hevkariya federasyona hat amadekirin. Di vê networkê de parlamenterên Kurd û dostên kurdan cî digrin. Çi bigre ji hemû partiyên Swêdî parlamenter an nûner beşdar dibin.

Wek her sal îsal jî nûnerên hemû partiyên Swêdî û partiyên siyasî yê her çar perçê Kurdistanê, kesayetiyên Swêdî ku dostê Kurda ne, beşdar bûn. Di nav beşdaran de Serokê Partiya Çep Jonas Sjosted, dostê kurda yê bi sala Tomas Hammarberg, berpirsê Partiya Sosyal Demokrat yê têkiliyên navnetewî parlamenter Anders Oberg, berpirsê têkiliyên navnetewî yê Partiya Lîberalan parlamenter Fredrik Malm, parlamenterên Kurd, Lawen Redar, Roza Hedin Guçlu, Erkan Kose, Kadir Kasirga, Sara Seppalaa, Nûnerên KRG (Hukumeta Herêma Kurdistanê), Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê Keya Îzol, nûnerên PDK-Iraq, PDK-Îran û PDK-Suriye. Li ser navê PAKê jî Leyla yesil beşdar bû.

Merasim bi axaftina Parlamentera Partiya Sosyal Demokrat, Roza Guçlu Hedîn dest pê kir. Di nav axaftvanan de Fredrik Malm, Keya Îzol û rejisorê fîlmê Hogir Hirûrî ku fîlma The Deminer çêkiribû.

Siyaset Haberleri

22 hezar û 988 bermayîkên teqemeniyên şer hatin pûçkirin
Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê kir
Keçeke Kurd a Efrînî li Danîmarkayê Ala Kurdistanê dixe pirtûkeke dibistanê
Li Efrînê ENKS û PDK-Sê Roja Alaya Kurdistanê bi çalakiyekê pîroz kirin
Şamê bi fermî planeke entegrasyonê ya 13 xalî pêşkêşî HSDê kiriye.