Li Parlamentoya Ewropayê protestoya ‘çîkolatayê Tirkîyê’

Parlamenterê îtalî Angelo Ciocca li Parlamentoya Ewropayê ji ber êrîşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan da û paketeke çîkolatayê ku parlamenterên Tirk weke dîyarî biribûn, avêt erdê û got, “Tirkîye sivîlan bombebaran dike.”

Navenda Nûçeyan- Parlamenterê îtalî yê bi navê Angelo Ciocca, li civîna Parlamentoya Ewropayê, li dijî êrîşa Tirkîyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan da û got, “Tirkîye bi ser xelkê sivîl ê li bakurê Sûrîyê bombeyan dibarîne.”

Wî parlamenterê Îtalî herwiha got, “Em ji kesên destbixwîn û piştevanên terorê diyarîyan qebûl nakin” û ew paketa çîkolatayê ku parlamenterên tirk weke dîyarî bo biribûn, avêt erdê.

Angelo Ciocca dîmenên ku ew çîkolata avêt erdê li ser hesaba xwe ya Twîtterê belav kirin û li ser wê çîkolataya ku hat avêtin jî wiha hatibû nivîsandin, “Li Ewropayê na bo tirkan.”

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist