Li Nexweşxaneya Siwêdayê 400 term hene

.

 Termên 400 qurbaniyên şer û pevçûnên vê dawiyê yên di navbera Durziyan, hêzên hikûmetê û eşîrên Bedewî de li Nexweşxaneya Niştimanî ya Siwêdayê hatine komkirin.

Termên qurbaniyan ji aliyê Heyva Sor a Sûriyeyê ve ji bo veşartinê tên amadekirin.

“Li malan jî term hene”

Karmendê Tenduristiyê Hîşam Birêk diyar kir, dibe ku hejmar zêdetir be û got:

“Bi kêmanî 400 termên şehîdên bûyerên vê dawiyê li nexweşxaneyê hatine komkirin. Ev ji xeynî wan termên ku li malan in.

Di heman demê de jî gelek term bêyî ku wan bînin nexweşxaneyê hatine veşartin.”

Hat ragihandin ku gelek term nayên naskirin û di nav wan de kal, pîr, jin û zarok jî hene.

Ji ber vê yekê jî berpirsên tenduristiyê û Heyva Sor dê terman di goreke bikom de veşêrin.

“Dibe ku hejmar gelekî zêde be”

Çalakvanê Durzî Muitesem Efleq jî amaje pê kir ku nasnameya gelek qurbaniyan ne diyar e û anî zimên:

“Me nekarî hejmara terman zanibin, dibe ku hejmar gelekî zêde be.

Em wan li gel Heyva Sor dixin nav kîsan da ku wan di goristaneke bikom de veşêrin, ji ber ku kesûkarên wan nikarîbû bihata û termên xwe nas bikira.”

Pevçûnên li Siwêdayê

Li Siwêdayê 13ê Tîrmehê di navbera Erebên Bedewî û hinek komên Durzî de pevçûnên çekdarî derketin.

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên ku çûn bajêr jî tevlî şer bûn.

Artêşa Îsraîlê 16ê Tîrmehê li Şamê êrişî avahiya Serokkomariya Sûriyeyê, Sererkaniya Giştî û Wezareta Parastinê kir.

Pişt re hêzên Şamê ji Siwêdayê vekişiyan lê bi hezaran çekdarên eşîran ji derve ji bo piştgiriya Erebên Bedewî çûn herêmê.

Birêvebiriya Sûriyeyê 19ê Tîrmehê careke din hêzên ewlehiyê li Siwêdayê bi cih kirin û derketina çekdarên Bedewî û eşîran ji bajêr misoger kir.

Tê texmînkirin ku ji 13ê Tîrmehê ve di pevçûnan de bi sedan çekdar û sivîl hatine kuştin.

Li gorî SOHRê, di şer û pevçûnan de hejmara kuştiyên ji hemû aliyan gihiştiye 1120 kesî.

Siyaset Haberleri

Omêd Xoşnaw: Projeya ava Hewlêrê yek ji projeyên herî dîrokî ye
Mesrûr Barzanî: Em amade nînin dest ji mafên xwe yên destûrî berdin
Îran bi welatên Ewropî re dest bi danûstandinên nukleerî dike
SOHR: Komek ciwan li Şamê ji ber axaftina bi Kurdî hatin desteserkirin
ENQERE - Di protestoya Komkujiya Sirûcê de gelek kes hatin desteserkirin