Li nav sûrên Diyarbekir hestiyên mirovan hatin dîtin

Li sûrên Diyarbekir dest bi xebatên nûkirinê hatiye kirin û di dema xebatan de hestiyên mirovan hatin dîtin.

Sûrên Diyarbekir ku di nav Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê de ne, têne restorekirin.

Parêzgariya Diyaberkirê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Birca Heft Bira, hestiyên mirovan hatine dîtin û wisa tê pêşbînîkirin ku ji Heyama Îslamî ya Serdema Navîn in.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku di 17ê Îlona 2020an de hestiyên 3 mirovan hatine dîtin ku di navbera her sê terman de 50 santîmetre navber hene û rûyê wan mirovan ber qiblê ve, laşê wan jî bi temamî hatine veşartin.

Parêzgariya Diyarbekirê diyar kir ku bi awayekî tekez nayê zanîn ew kes ji kîjan serdemê ne, lê wisa tê pêşbînîkirin ku ji Heyama Îslamî ya Serdema Navîn in.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku tememên wan hestiyan piştî lêkolînên li taqîgehan dê derkevin holê û xebatên li sûrên Diyarbekirê bi çavdêriya arkeologan bi awayekî hûrgilî berdewam in.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê