Li milê rastê yê bajarê Mûsilê 3 gorên bikom ên nû tên vekirin.
Di nav goran de hestiyên Pêşmerge û sivîlan hene.
Pêvajo bi hevahengiya Birêvebiriya Xwecihî ya Nînowa, Saziya Bjîşkiya Dadî ya Herêma Kurdistanê û Îraqê û Komîsyona Navneteweyî ya Kesên Winda (ICMP) bi rê ve diçe.
Birêvebirê Saziya Bjîşkiyê ya Dadî ya Hewlêrê Dr. Yasîn Kerîm li cihê goran ji Nûçegihanê Rûdawê Mistefa Goran re axivî.
Dr. Yasîn Kerîm diyar got, "Navên goran Heramat 1, Heramat 2 û Meşrefî ne.
Li du goran hestiyên 24 kesan hatine dîtin ku di yekê de 10 û di ya din de jî 14 kes hene.
Her wiha pêvajoya pişkinînê ya li gora sêyemîn jî didome."
Çavên wan bi cemedaniya sor hatine girêdan
Birêvebirê Saziya Bjîşkiya Dadî ya Hewlêrê eşkere kir ku li ber hinek terman cilên leşkerî hene.
Dr. Kerîm anî zimên ku çavên wan kesan bi cemedaniya sor hatine girêdan û destên wan ji paş ve hatine kelemçekirin.
Her wiha şopên guleyan bi serê wan ve diyar in û ev yek jî nîşan dide ku ew sala 2015an ji aliyê DAIŞê ve hatine şehîdkirin.
Nimûneyên DNAyê tên wergirtin
Dr. Yasîn Kerîm da zanîn ku ji bo pişkinîna DNAyê dê nimûne ji hestiyan werin wergirtin.
Malbatên 105 Pêşmerge û kesên winda li benda çarenivîsa hezkiriyên xwe ne.
Parêzgarê Nînowayê Ebdulqadir Dexîlê ku li qadê serpereştiya pêvajoyê dike ji Rûdawê re got, "Bê guman di nav goran de hestiyên Pêşmergeyan hene."
Parêzgar soz da ku piştî temambûna rêbazan, hestî dê bi awayekî fermî û şayeste radestî Herêma Kurdistanê werin kirin.
Li ser heman mijarê, Alîkarê Serokê Şandeya Îraqê ya li Komîsyona Navneteweyî ya Kesên Winda (ICMP) Fewaz Ebd Ebas jî ji Rûdawê re axivî.
Fewaz Ebd Ebas diyar kir ku ji bo vekirina hemû goran planeke sê hefteyî hatiye danîn û got, "Eger pêwîst bike dê dem were dirêjkirin heta ku hemû hestî werin derxistin."