Li Mûşê ji ber koronayê gundek hat kerentînekirin

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji vîrûsa Coronayê de gundek hat kerentînekirin.

Navenda Nûçeyan - Parêzgarîya Mûşê ragihand ku piştî derketina encama pozîtîv ya testa Coronayê gundê Zîyaretê ser bi navenda bajêr ve hatîye kerentînekirin.

Di daxuyanîya Parêzgarîya Mûşê de tê gotin ku, “piştî derketina encama pozîtîv a testa Coronayê û qerebalixîya li nav gund, bi biryara Lijneya Tendirûstî ya Bajêr gundê Zîyaretê heta 14 rojan hatîye kerentînekirin.”

Lê walîtîyê di daxuyanîya xwe de amaje bi ti hejmarekê nekirîye û xuya nekirîye, ka testa koronayê ya çend kesan pozîtîv derketîye.

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirûstî ya Tirkîyê, heta niha li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê 114 hezar û 653 kes bi vîrusa COVID-19 ketine, ku 2 hezar û 992 kesan ji wan canê xwe ji dest dane û 38 hezar û 809 kes jî baş bûne.

Herwiha li parêzgeha Qers a Bakurê Kurdistanê jî gundek hat kerentînekirin.

Walîtîya Qersê ragihandîye, gundê Arslanizê yê ser bi navenda bajarê Qersê ve di çarçoveya parastina hemwelatîyan û rêgirtina ji belavbûna vîrusa koronaya nû (COVID-19) hatîye kerentînekirin.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin