Li Minbicê di bûyereke şewatê de 2 zarokên Kurd canê xwe ji dest dan

Li bajarê Minbicê agir bi malekê ket û di encamê de 2 kesan jîyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Welatîyê Kurd ji bajarê Minbicê ku niha ligel birayê xwe li Nexweşxaneya Rojava ya Hewlêrê ye, Mihemed Hebeş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja Şemîyê, li bajarê Minbicê agir bi mala birayê wî (Mezlûm Hebeş) ket.

Mihemed Hebeş got, çekdaran û şaneyên veşartî ji hêzên çekdar agir berdane mala birayê min û di encamê de, ew û keça wî û kurê wî tûşî şewatê bûn.

Keça Mihemed Mezlûm ji bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Hesekê hate veguhastin, lê bi sedema giranîya birînê ji ber şewatê, jîyana xwe ji dest da.

Mihemed Mezlûm jî ligel kurê wî, bo Nexweşxaneya Rojava ya Hewelêrê hatine veguhastin, lê kurê wî jî jîyana xwe ji dest da.

Li gorî gotina Mihemed Hebeş, rewşa tendirustî ya birayê wî zehmet e û pêwîstîya wî bi çareserîya tendirustî û alîkarîyê heye.

Çavkanî: Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene
Senator Feraud: Pêwîst e Kurd di paşeroja Îranê de li ber çavan bên girtin
Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin
Hilbijartina rêberê nû yê Îranê gihişt kîjan qonaxê?
Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê