Li Minbicê 3 jin bûn qurbanî

Li Minbicê zîrîpoşeke Rûsyayê li otomobîleke sivîl da û di encamê de 3 jinan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Minbic ê Rojavayê Kurdistanê, zîrîpoşeke polîsên Rûsyayê li otombîleke sivîlan da, di encamê de 3 jinan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li gor medya xwecîhî, duh di demjimêrên êvarê de, zîrîpoşeke polîsên Rûsyayê li otomobîleke sivîlan da, di encamê de 3 jinan canê xwe ji destda û kesek jî birîndar bû.

Herwiha hat zanîn ew jinên ku di encama wê bûyerê de canê xwe ji dest dane, ji gundê Hedhûd ê Minbicê ne.

Hatîye ragihandin ku kesê birîndar hatîye rakirin bo nexweşxaneya bajêr.

Çavkanî: Rudaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist