Li Midyadê qeza: 3 kesan canê xwe ji dest dan

Li navçeya Midyadê ser bi bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, mibûsa ku ji şahiyê vedigeriya ji kontrola şofêr derket û wergeriya. Di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê şahî bû şînî.

 

Minîbûsa ku kesên ji bajarê Bedlîsê ji şahiya nîşanê vedigeriyan hilgirtibûn, ji kontrola ajokar derket û wergeriya, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

 

Bûyer, îro demjimêrên nîvro li ser rêya Midyad-Mêrdînê qewimî.

 

Minîbûsa kesên ku ji nîşanê vedigeriyan ji kontrola şofêr derket û wergeriya. Li gor agahiyên destpêkê, di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

 

Piştî bûyerê tîmên rizgarkirin û tendirûstiyê bo navçeyê hatin şandin. Birîndar ji aliyê karmendên tendirûstiyê ve ji nav otomobîlê hatin derxistin û bi ambûlansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

 

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir