Li Mêrdînê her cûre çalakî heta 30 rojan hatin qedexekirin

.

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, bi sedema “parastina aramiya bajêr” her cûre çalakî û xwepêşandan heta 30 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya ji aliyê parêzgariyê ve hatiye belavkirin, bi armanca “parastina aramiya civakê û rêgirîkirina encamdana tawanan” ji 6ê Nîsanê heta 6ê Gulana 2021ê, hemû çalakiyên weke xwepêşandan, meş, daxuyaniya rojnamevaniyê, kombûn, vedana çadiran bo dema 30 rojan hat qedexekirin.

Qedexekirina encamdana çalakiyan li Mêrdînê di demekê de ye ku ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên ewlehiyê qedexe tên ragihandin û dema wan qedexeyan berdewam tê dirêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin