Li Kurdistanê 77 kes bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li parêzgeha Silêmanîyên 77 pêketîyên nû yên koronayê hatin tomarkirin.

Navenda Nûçeyan - Di daxuyanîyekê de Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê eşkere kir, di berdewamîya pişkinîn û gerîyana li pey berguman û tûşbûyên COVID-19 de, li parêzgeha Silêmanîyê  testa koronayê ya 77 kesan pozîtîv bûye.

Li gor daxuyanîyê 8 ji wan tûşbûyan 40 mêr in, 25 jin in û 3 keçên genc in, 3 kurê genc in û 6 jî zarok in

Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê dibêje 21 pêketîyên koronayê ji tûşbûyan berkevtîyên berê ne û 56 kesên din nîşaneyên nexweşîyê pê re hebûne û encama pişkinînên wan pozîtîv derketîye.

Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê, heta niha hezar û15 kes li herêmê tûşî koronayê bûne, ji wê hejmarê jî 444 kes baş bûne, û 16 kesan hî heta niha bi koronay canê xwe ji dest dane.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist