Li Kopenhaginê Xwepêşandan: Heta kurdek bimîne Kurdistan jî dimîne!

Xwepêşandanê bi sirûda netewî Ey Reqîb û bo pakîya canê şehîdên Kurdistanê deqeyekî rawestanê û bi berzkirina Ala ya Kurdistanê bername destpê kir.

 

Navenda Nûçeyan- Îro (13.10.2019) bi amadekarîya Federasyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) û bi piştgirîya Hêzên Sîyasî ên Kurdistanî, û bi serperiştîya Şoreş Qilîçî û Zîver (Bavê serok) Ahmed Rehmanî, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê û gefên wan yên bi giştî li dij gelê kurd, li pêş parlamentoya Danîmarkayê xwepêşandanek girseyî hat lidarxistin.

Xwepêşandanê bi sirûda netewî Ey Reqîb û bo pakîya canê şehîdên Kurdistanê deqeyekî rawestanê û bi berzkirina Ala ya Kurdistanê bername destpê kir.

Dûre axaftina kurdî ya Federasîyonî ji alîyê Şukrî Eljojo (Bavê Ferhat) ve û ya Danîmarkî jî ji alîyê Yilmaz Yildiz ve hatin xwendinê

Herwiha sê sîyasetmedar û parlamenterên Danîmarkî Helîme Oguz (ji Partîya Sosyalîst ya Gel-SF endama parlamentoya Danîmarka) Lars Aslan Rasmusen (ji Partîya Sosyaldemokrat endamê Parlamentoyê) û Serdal Benlî cîgirê serokê Partîys Sosyalîst ya Gel –SF ya Danîmarka yê ji bo piştgirî şermazerkirina terora dewleta Tirkîyê ya li ser welatê Kurdisatanê û gelên Kurdistanî her ji wan axftinekî pêşkêşê beşdarên xwepêşandan kirin.

Xwepêşandan bi şîar û sirûd û helbestên berxwedan, şoreşgerîyê bi qasê du katjimêran domand.

 

 

Rûpela Nû/Danîmarka

 

 

Siyaset Haberleri

Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê
HSD: Li Dêrezorê êrişa DAIŞê hat têkbirin
Kurdekî pirsa referandûm û dewleta Kurdî bir Kongireya Aştiyê ya Cîhanî
Li 3 salên dawiyê de zêdetir ji 170 rojnamevan li Îranê de hatine binçavkirin
Mezlûm Ebdî di Roja Cîhanî ya Kobaniyê de got: 'Yekîtiya li hemberî tarîtiyê'