Li Kobanê 2 kes di êrîşeke Tirkiyê de hatin kuştin

.

Du endamên Rêveberiya Xweser li Kobanê di êrîşeke firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê de hatin kuştin. 

Du endamên Rêveberiya Xweser li Kobanê di êrîşeke firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê de hatin kuştin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) di daxuyaniyekê de ragihand, droneyeke artêşa Tirkiyê roja Çarşemê 20ê Cotmeha 2021ê, otomobîla Hevserokê Encûmena Dadweriya Civakî ya Rêveberiya Xweser Bekir Ceradê li bajarê Kobanê armanc girt.  

Li gor daxuyaniya Asayişê, di encama wê êrîşê de Bekir Ceradê birîndar bû û 2 endamên Rêveberiya Xweser Faris Mizî û Hemze Hemze hatin kuştin. Herwiha hejmarek sivîlên din jî birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn got: “Ev êrîş, hewldaneke din a dagirkeriya Tirkiyê ye ku mebesta wê tirsandina sivîlên ewle û têkbirina aramiya li hemû herêmên me ye.”

Di daxuyaniyê de hatin gotin jî: “Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn, em tekez dikin ku em ê tevî hemû gefan jî, erkên xwe yên parastina ewlehî û aramiya herêmê bi cih bînin.”

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin