Îro ji saetên destpêkê yên rojê ve li bajarê Kirmaşanê agir li kargeheke berhemên neftî ket.
Îro Duşemî ji saetên destpêkê yên rojê ve li bajarê Kirmaşanê agir li kargeheke berhemên neftî ket.
Li gor agahiyên IRNAyê, agir li kargeha berhemên neftî ya bajarê pîşesaziya Feraman a Kirmaşanê derketiye û 10 tîmên taybet ên Heyva Sor û tîmên agirvemirandinê li cihê bûyerê ne û ji saet 04:30ê îro ve hewla kontrolkirina agir didin.
Herwiha Qayimmeqamê Kirmaşanê ku berpirsê kontrola krîzan li vê qezaya Kirmanşanê ye jî ragihandiye, di bûyera agirketina li wê kargehê de kesekî canê xwe ji dest daye û 2 kesên din jî birîndar bûne.
Fezlullah Rencber diyar kir, bi hewldanên tîmên agirvemirandinê û Heyva Sor û aliyên din ên pêwnedîdar, agirê li kargeha berhemên neftî ya bajarê pîşesaziya Feraman a Kirmaşanê hate kontrolkirin.
Qayimmeqamê Kirmaşanê derbarê sedema derketina agir de jî got, bi egereke zêde ew bûyer ji ber kêşeyên teknîkî çêbibe.
Kurdîstan Haberleri
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?