Li Kerkûkê Termê wî xortê kurd ku çend roj berê xeniqîbû, hat dîtin

Ew xortê kurd yê ku çend roj berê li çemê Dûbiz de xeniqîbû, hat dîtin.

Efserekî polîs li navenda hawarhatina Kerkûkê bi navê Selahedîn Receb ji BasNewsê re got, şeva borî termê wî xortê kurd ku 6 roj berê li Dûbiz xeniqîbû, di navbera Kerkûk û Hewîcê de hat dîtin û derbasî Dûbiz hat kirin.

Selahedîn Receb her wiha got, navê wî xortê kurd Hesen Fuad û xwendekar bû.

Bi gotina wî efserê polîs, şeva borî termê xortekî din jî li nêzîkî bajarokê Hewîce hat dîtin ku çend roj berê xeniqîbû. Ew xortê han xelkê nahîya Ebas ya Hewîcê bû.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist