Li Kerkûkê mûşekên berê wan li Pêşmerge û ji bo avêtinê amade hatin girtin

.

Li gundê Dareman ê li Kerkûkê hejmarek mûşekên ji cureya “Grad” hatin girtin ku ji bo êrîşkirina li ser çeperên Pêşmerge hatibûn amade kirin.

Li gor zanyariyên berdest hejmarek mûşekên Grad di navbera gundê Dareman û Esar ên Kerkûkê hatin desteserkirin ku ji bo êrîş kirina li ser çeperên hêzên Pêşmerge hatibûn amade kirin.

Jêderekî berpirs li navçeyê ku nexwast navê wî were aşkerekirin ji K24ê re piştrast kir: “Ew mûşek bi arasteya sengerên Pêşmerge li sînorê Pirdê hatibûn danîn, lê berî werin avêtin, dest bi ser wan de hatin danîn.”

Di wê derbarê de, Şaneya Ragihandina Ewlekariyê yê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, “Li gor zanyariyên îstixbaratê, dije teror û binkeya polîsê Pirdê, dest li ser 5 mûşekên dûravêj ên ji cureya Grad danîne. Ew mûşek li gundê Esar yê Pirdê li parêzgeha Kerkûkê hatibûn danîn û amade kirin.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin